Koreya Bakur fuzeya hîpersonîk a nû ceriband

Koreya Bakur ragihand ku li herêma Pasîfîkê fuzeyeke nû ya hîpersonîk a ji bo 'jêvegerandina hemû hevrikan' bi rengekî serketî ceribandiye. Test roja Duşemê di dema serdana Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken a li Koreya Başûr hate kirin.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Koreya Bakur KCNA'yê fuze weke 'Fuzeya balîstîk a hîpersonîk a bi menzîla navîn' pênase kir. Fuzeya ku ji herêma Pyongyangê hate avêtin, beriya ku bikeve Derya Japon gihîşt leza bi 12 qatî ji ya deng zêdetir (Mach 12) û 1.500 kîlometre li pey xwe hişt.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un li gel keça xwe ya ciwan Ju Ae ceribandina fuzeyê şopand û diyar kir ku fuze ji bo xurtkirina hêza nukleerê ya welêt a ji bo jêvegerandina hevrikan hatiye kirin. Her wiha anî ziman ku fuze wê li dijî hevrikên li herêma Pasîfîkê bibe mekanîzmayeke parastinê ya cihê baweriyê.