Koreya Bakur du moşekên din ên balîstîk avêt

Hat ragihandin ku Koreya Bakur du moşekên din ên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye.

Artêşa Koreya Başûr ragihand ku du moşekên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve hatine avêtin.

Hate ragihandin ku moşekên balîstîk bi dema herêmî saet di navbera 11:13 û 12:05’an de hatine avêtin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Japonyayê, moşek nêzî 500 km firiyan û herî zêde 550 km bilind bû.

Koreya Bakur Îniya bihurî ragihandibû ku ew ji bo pêşxistina stratejiya sîstema nû ya çekan motoreke bi sotemeniya hişk diceribîne.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un îdia kir ku ew dixwaze di nava sala 2022’an Koreya Bakur de bibe hêza herî bi hêz a nukleerê.

Ceribandina motorê, ku roja Îniyê hat ragihandin, ji bo vê armancê bû. Pisporan nizanin bê ka Koreya Bakur di pêşxistina moşekan de di çi astê de ye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Koreya Başûr bi mehan hişyarî didin ku Koreya Bakur dibe ku di dîroka xwe de ceribandina xwe ya heftemîn û di nava 5 salên dawî de jî yekem ceribandina xwe ya nukleerê bike.