Koreya Bakur careke din fuze ceriband

Koreya Bakur, fuzeya mesafeya kurt careke din ceriband.

Hat ragihandin, fuzeya hatiye firandin, mesafeya xwe kurt e. Li gorî daxuyaniya artêşa Koreya Başûr, fuzeya bi tîpa Scût ji herêma Wonsan a li peravê rojhilatê welêt hatiye avêtin û bi 450 kîlometreyan çûye.

Fermandariya Amerîkayê ya li Pasîfîk jî ceribandina fuzeyê piştrast kir. Hat gotin, fuze piştî ku bi 6 deqeyan firiya, li derya Japon ketiye xwarê.

Der barê ceribandina nû ya fuzeyê de agahî ji Serokê DYA Donald Trûmp re hate dayin.

Serokdewletê Japonyayê Moon Jae-în, li dijî ceribandina fuzeyê konseya ewlekariyê ya neteweyî civakd.

Sekreterê Giştî yê hikumeta Japonyayê Joshîhîde Sûga nerazîbûn nîşanî ceribandina fuzeyê da û diyar kir, ev yek li dijî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Koreya Bakur di nava 3 hefteyan de ev bû cara sêyemîn ku fuzeyê diceribîne. Ji destpêka sala 2016'an û vir ve bi dehan fuze hatin ceribandin. Her wiha, herî kêm 2 fuzeyên serikê nukleerî pê ve ne hatin ceribandin.