Konseya Ewropayê wê li ser Brexîtê li hev bicive
Piştî ku hikumeta Brîtanyayê dengdana li ser Brexîtê taloq kir, Konseya Ewropayê jî biryar da ku civîneke bilind a taybet li dar bixe.
Piştî ku hikumeta Brîtanyayê dengdana li ser Brexîtê taloq kir, Konseya Ewropayê jî biryar da ku civîneke bilind a taybet li dar bixe.
Serokwezîra Brîtanya Mezin Theresa May ragihand ku wan dengdana îro ya li ser mijara derxistina welatê wan ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) taloq kirine.
Ji ber nêrînên cuda û nakokiyên navbera parlamenteran, dibe ku Brexît neyê qebûlkirin, lewma May dema dengdana li ser mijarê taloq kir. Piştî vê biryarê, Yekîtiya Ewropayê jî biryareke lezgîn li ser lidarxistina civîneke bilind da.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk bang li 27 welatên mayî kir ku li ser mijara Brexîtê li hev bicivin. Tûsk diyar kir, li gel fikarên li Brîtanyayê, danûstandinên ku sal û nîvekê dewam kirin wê ji nû ve neyên kirin û got, tenê li ser çawaniya dengdana li ser vê peymanê dikare hevdîtin were kirin.
Tûsk got, eger li ser Brexîtê dengdan neyê kirin, wê dest bi amadekariyên ji bo derketina bê peyman bikin.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Donald Tûsk, ew bi rayedarên Brîtanyayî re di nava têkiliyê de ne. berdevk bi bîr xist, Konseya Yekîtiya Ewropayê wê rojên Pêncşem û Înê bi Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May re bicive û got, civîna bilind a bêyî Brîtanyayê jî hatiye plankirin.