Komîsyona Karê Derve ya Iraqê: Divê Tirkiye dawî li êrîşên xwe bîne
Endamê Komîsyona Karê Derve yê Iraqê û Parlementerê Pariya Yekgirtûy Îslamî ya Parlementoya Iraqê Mûssenna Emîn nerîzîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê da.
Endamê Komîsyona Karê Derve yê Iraqê û Parlementerê Pariya Yekgirtûy Îslamî ya Parlementoya Iraqê Mûssenna Emîn nerîzîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê da.
Endamê Komîsyona Karê Derve yê Iraqê Mûsenna Emîn li parlementoya Irqaê daxwaz hate kirin ku divê li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê helwestekî zelal û tuj bê raberkirin.
Mûssena Emîn diyar kir ku piştî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Iraqê ya li ser mijarê anî ziman ku çalakiyên bi vî rengî ‘Serweriya Irqa û ewlekariya wê binpê dike’ û daxwaz kir ku divê Iraq dawî li van êrîşan bîne.
‘TIRKIYE MIROVAN DIKE QÛRBAN’
Emîn got: “Tirkiye bi van êrîşan serweriya Iraqê binpê dike. Di êrîşên li ser xaka me bi dehan kes bûne qûrban. Êrîşên li ser sînor gundiyan pir ditengijîne. Ev êrîş li dij têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyeyê de ne. Her wiha Tirkiye bi hesasyeta serwerî û elekariya Iraqê dilîze. Ev êrîş ewlekarî û bihevre jiyana welatiyan di astekî cidî de metirsî dide avakirin.
‘DIVÊ HELWESTÊN ZELAL Û TÛJ BÊN RABERKIRIN’
Divê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dom dike helwestekî zelal û tûj bê raberkirin. Divê hikûmeta Iraqê hem bi cîrantiya xwe ya bi Tirkiyeyê û hem jî bê ku aliyekê bike hedef di çarçoveya parastina têkiliyên xwe sînorên xwe biparêze. Daxwaz dikin ku êdî ziyan negihêje can û malê welatiyên me û dawî li van êrîşan bên.”