Komîsyonê diyar kir ku wê dema êrêkirina wê ya heyî di 15’ê Kanûna 2023’an de bi dawî bibe û got ku ger piraniya pêwîst pêk neyê, divê li gorî mewzûata Yekîtiya Ewropayê biryar were girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komîsyon bi hevkariya welatên endamên YE’ê re bi şert û merc û hin sînordarkirinan re wê bikaranîna glîfosatê 10 salên din jî dirêj bike.”
Komîsyonê ji bo qedexekirina bikaranîna glîfosatê di zûhakirinê de çend tedbîrên parastinê jî danîn.
Glîfosat ku weke pêkhateya çalak a gelek herbîsîtên ku li seranserê cîhanê tê bikaranîn tê zanîn, ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Lêkolîna Penceşêrê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve wekî “kanserojena gengaz” hatibû dabeşandin.
Lê desteya Ewlehiya Xwarinê ya Ewropayê (EFSA) di meha Tirmehê de kêmbûna daneyan pejirand û diyar kir ku ew ti fikarên krîtîk nedîtine ku pêşî li destûrdayîna glîfosatê bigire.
Di dengdayîna roja Pênçşemê de piraniya pêwîst nehat bidestxistin û li gorî çavkaniyên dîplomatîk, hef welat wek Fransa, Elmanya û Îtalya bêalî man.