Komên Iraqê careke din li baregehên Emerîkayê xistin

Koma bi navê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê, ragihand ku wan êrîşî baregehên Emerîkayê yên li Sûriye û Başûrê Kurdistanê kirine.

Koma çekdar ragihand ku wan baregeha Emerîkayê ya li Herîr a Hewlêrê bi balafirên bêmirov kirine hedef.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku danê sibehê baregeha DYA’yê ya li Rojhilatê Sûriyeyê jî hatiye hedefgirtin û hate îdîakirin ku êrîş gihiştiye armanca xwe.

Komê diyar kir ku heta ku Emerîka piştgiriyê bide Îsraîlê ew ê êrîşên xwe bidomînin.

Cîgira berdevka Pentagonê Sabrina Singh di daxuyaniya xwe ya 15’ê Mijdarê de gotibû, "Ji 17’ê Cotmehê û vir ve 55 êrîş li dijî hêzên Amerîkî hatine kirin."

Singh, da zanîn ku ji wan êrîşan 27 leşkerên Amerîkî li Iraqê û 28 jî li Sûriyê bûne hedef û diyar kir ku 59 leşkerên Emerîkî bi sivikî birîndar bûne.

Washington ku piştgirê sereke yê Îsraîlê ye, bi hefteyan Tehran bi destêwerdana van êrîşên tawanbar dike û li dijî wê wek bersiv sê êrîşan li cihên girêdayî Îranê li Sûriyê xist.