Komara Çekê dibe ku dîplomatên Rûs dersînor bike

Komara Çekê ku van rojên dawî bi Rûsyayê re pevketî ne gef li Rûsya xwar û got dibe ku ew hemû dîplomatên Rûs dersînor bike.

Wezîrê Karê Derve yê Komara Çekê Jan Hamacek bi daxuyaniyekê destek da biryara parlamentoyê, ku li gorî biryharê danûstandinên bi Rûsyayê re werin kêmkirin û hijmara dîplomatên sefîrtiya Rûs wê werin kêmkirin.

Hamacek piştî banga parlamentoyê diyar kir ku ew ê îro bang li sefîrê Rûs ê Pragê Aleksander Zmeîyevskî bikin ku were Wezareta Karê Derve û got li gelk 18 dîplomatên ku beriya niha hatin dersînorkirin dibe ku ew hin dîplomatên din jî dersînor bikin. Hamacek her wiha xwest ku welatên YE'yê li ber Rûsya xwedan helwest bin, bang kir ku welatên din jî dîplomatên Rûs dersînor bikin.

Rayedarekî NATO'yê ragihand Konseya Atlantîkê ku ji sefîrên welatên NATO'yê pêk tê jî hatiye agahdarkirin, di nav heftiyekê de bi welatên endam re Wezîrê Karê Derve yê Komara Çekê hev dîdîtine. Rayedarê NATO'yê diyar kir Rûsya xwedan helwesteke wiha ye ku 'aramiyê têk dibe û taloke ye'' û li dijî vê welatên NATO'yê wê 'piştevanê hev bin'.

Komara Çekê ji teqîna cebilxaneya leşkerî ya 2014'an ku du kes miribûn rêxistina îstîxbarata leşkerî ya Rûs GRU berpirs dîtibû, piştî rapora têkilî vê hatibû weşandin gelek dîplomatên Rûs hatibûn dersînorkini û Rûsya jî bersiv dabû vê, dîplomatên Çek dersînor kiribû.