Koma herî mezin ku ji FARC’ê veqetiya, agirbest ragihand

Koma herî mezin a ku di sala 2016’an de bi nepejirandina peymana aştiyê ya bi hikûmeta Kolombiyayê re têkoşîna çêkdarî domand, heta 2’ê Çileyê agirbest ragihand.

Buroya Komîseriya Aştiyê ya Kolombiyayê bi daxuyaniyekî ragihand, Serokatiya Serfermandiya Navendî (EMC) heta 2’ê Çileya 2023’an agirbestek yekalî ragihand.

Di nava heftekê de Arteşa Rizgariya Netewî (ELN) heta 2’ê Çileyê agirbest ragihandibû. 

Di navbera hikûmet û rêxistinên çekdarî de li paytexta Venezuela Caracasê muzakereyên aştiyê tên kirin. 

Li gorî yekemîn Serokkomarê çepgir ê Kolombiyayê Gustavo Petro, Segunda Marquetalia ku ji FARC’ê veqetiya û çeteyên paramîlter ên Sierra Nevada de Santa Marta û bendera Buenaventura jî agirbest ragihandin.

Petro ji hesaba xwe ya Twîtterê wiha got: “Em hêvî dikin ku pêvajoyên rast ên aştiyê pêş bikevin.”