Koloniyên Yahûdî yên li Şerîa Rojava wê neyên rakirin!

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir, berevajî îdîayên di medyayê de tên weşandin, koloniyên li Şerîa Rojava ya dagirkirî wê mîna xwe bimînin.

Li gorî hin nûçeyên di medya Îsraîlê de hatin weşandin, Serokwezîr Benjamin Netanyahu di berdêla jestên Serokê DYE'yê Donald Trump de wê hin tawîzan bide. Li gorî vê yekê wê hin ji koloniyên li Şerîa Rojava xaka Filistiniyan dagir kirine bên rakirin.

Lê belê Netanyahu got, wê dest nedin cih û warê Yahûdiyan ên li Şerîa Rojava û bi vî rengî careke din nîşan da ku naxwaze bi gelê Filistinê re li hev bike. Netanyahu got, "Di çarçoveya kîjan plana aştiyê de be bila bibe em ê destûrê nedin ku ti kolonî bên belavkirin."

Vê daxuyaniya Netanyahu nîşan da ku beriya hilbijartinên giştî yên meha Îlonê wê helwesta xwe ya tund bidomîne.

Plana aştiyê ya ku Serokê DYE'yê Donald Trump wê ji bo Filistinê eşkere bike tê payin ku gelê Filistinê piştgiriyê nede. Rêveberiya Xweser a Filistinê gelek caran bi daxuyaniyan diyar kir ku Trump ê ku Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas dike, 'nikare bêalî' be.

Li Şerîa Rojava zêdeyî 3 milyon Filistinî û ji dagirkeriya sala 1967'an ve jî bi qasî 600 hezar Yahûdî hene. Di navbera Yahûdî û Filistiniyan de timî şer diqewime.