Kolombiya dixwaze bi ELN’ê re diyalogê ji nû ve bide destpêkirin

Hikûmeta Kolombiyayê ragihand ku piştî hilbijartina Gustavo Petro wek serokkomar, ew dixwaze bi alîkariya Kubayê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re diyalogê ji nû ve bide destpêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Kolombiyayê Alvaro Levya di serdana xwe ya li paytexta Kubayê Havana de bi daxuyaniyek got, “Serokomar Gustavo Petro ji bo destpêkirina hewreke aştiyane pêşniyar kiriye. Em dixwazin li vî welatê aştiyê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî re diyalog bidomînin."

Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodriguez ku bi Levya re civîneke çapemeniyê li dar xist, got, "Ji bo bi ELN’ê re ji nû ve diyalog destpêbike û di rêyê aştiyê de lihevkirinek çêbibe, ev yek firsend e. Dê Kuba di xizmeta alîgiran de be.”

Serokkomar Gustavo Petro roja Pêncşemê got ku şandeke hikûmeta Kolombiyayê ji bo nirxandina niyeta wê ya aştiyê ya bi ELN’ê re serdana Kubayê kiriye.

Petro, anî ziman ku ew dixwazin bi tevgera gerîla re muzakereyên ji nû ve bidin destpêkirin û got ku wî destûr daye serokê heyetê Danîllo Rueda ku bi şefên gerîla yên ji sala 2018'an û vir ve li Havanayê ne, têkiliyê deyne.

Diyaloga ku berê bi ELN’ê re hatibû destpêkirin, ji hêla rastgir Ivan Duque ve ku di navbera sal ên 2018 û 2022’an de serok bû, hatibû birîn.

Petro ku di dîroka Kolombiyayê de yekem serokkomarê çepgire got: "Em ê vê yekê binirxînin, gelek gotegot, daxuyaniyên ji bo agirbestê, îmkanên aştiyê hene, lê niha pirsek ew e ku divê em zanibin ev yek rast e yan na.”

Di sala 2016’an de di navbera Serokkomarê wê demê Juan Manuel Santos û tevgera gerîla ya herî mezin a welat FARC’ê de peymana aştiyê ya dîrokî hate kirin. Di serdema Santosê de bi ELN’ê re diyalog hat avakirin, lê piştî guherîna serokkomariyê ev hevdîtin hatin birîn. 

Serokkomarê Şîlî Gabriel Borîc jî ragihand ku ew ê ji bo muzakereyên bi ELN’ê re bibin garantor.

Li gorî rayedarên Kolombiyayê, niha derdora 2 hezar û 500 gerîlayên ELN’ê hene. Tevgera gerîla bi taybetî li herêma Pasîfîk û herêma sînorê bi Venezuelayê re cih digirin.