Koçberên di karavanê de ketin DYE’yê

Gelek koçberên ku li ser sînorê Meksîka û DYE’yê bûn, ligel xetereya ku werin girtin, dîwarê di navbera herdu welatan de derbas kirin.

Ji serê meha Cotmehê û vir ve bi hezaran koçberên ji Emerîkaya Navîn berê xwe dabûn DYE’yê. Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji bo sekinandina koçberan artêş wezîfedar kiribû.

Trûmp hewl dabû ku prosedura îltîcakirinê bide guherandin a ku tê de tê diyarkirin ku heta îltîca were kirin divê koçber li Meksîkayê bin. Lê vê projeya reformê ji aliyê dadgehên Emerîkayê ve hate redkirin.

Koçberên ku westiyayîne, li kampên Tîjûanayê ne. Gelek koçberan hewl dan ku roja Duşemê dîwar derbas bikin. Li gorî nûçegîhanê Reûtersê gelek koçberan dîwar derbas kirine ya ku 450 metre dûrî Okyanûsa Pasîfîkê ye.

Koçber ji bo derbaskirina dîwarê 3 metreyan stûr e, li cihekî kort ê ku dîwar nizm dibe, dîwar derbas kirine.

Hate ragihandin ku sê kesan xwe gihandine peravê û ji aliyê polîsan ve hatine destgîrkirin. Hate ragihandin ku bi ketina tariyê re komên qelebalix ên ku gelek ji wan zarok in, dîwar derbas kirine.