Koalîsyona Kendavê li Yemenê dîsa li sivîlan xist

Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstan Siûdî cihê bazarê yê li rojavayê Yemenê bombe kir. Di êrîşa hewayî bi kêmanî 14 kes hatin kuştin.

Êrîşê bajarokê El Hema yê li bakurê rojhilat ê bajarê Taîzê ji xwe re kire hedef. Di êrîşê de hate gotin 11 çekdarên Hûsî hatine kuştin û 16 sivîl birîndar bûne.

Bajarê Taîzê di bin kontrola hêzên hikûmetê de ye. Lê ji hêla milîsên Hûsî ve hate pêçan.

Koalîsyona Ereb destekê dide hêzên bi ser Serokkomar Abd Rabbû Masnû Hadî ve. Milîsên Hûsî ji 2014’an ve di serî de paytext Sana li beşekî berfireh ê welêt kontrol bi dest xistiye û tê zanîn ku rejîma Îranê destekê dide milîsên Hûsî.

Li gelek eniyan şer heye. Yekîneyên bi ser hikûmetê ve yên li herêma Hudeydayê ber bi wan herêman ve diçin, ku ev herêm ji hêla Hûsiyan ve têne kontrolkirin.

Tê gotin di êrîşên hewayî de, yên bi ser herêmê de 22 çekdarên Hûsî hatine kuştin. Nehate gotin bê ka ji hêzên hikûmetê çend kes hatine kuştin.

Şemî û Yekşemê jî li heman herêmê êrîşa hewayî çêbûbû û ji 60 kesî zêdetir mirov di van êrîşan de mirin.

Li gorî kanên NY’yê ji 2015’an ve ku mudaheleya Koalîsyona Ereb dest pê kirî heta niha ji 10 hezarî zêdetir kes mirine.

Koalîsyona Ereb dibêje heta niha 11 hezar çekdarên Hûsî hatine kuştin. Ev agahî ji hêla kanên sereke ve nehate piştrastkirin.

Di encama şer de li herêmê krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Hema hema piraniya nifûsê bê zad e. Bi nexweşiya gerok bi hezarn mirov mirin. Weqayên ji nexweşiya qotikê bi milyonan tê gotin.