Koalîsyona Ereb: Balafirgeha Hûdeyde hate kontrol kirin

Li Yemenê Koalîsyona Ereb li dijî Hûsiyan li bajarê Hûdeydeyê operasyon dabû destpêkirin. Koalîsyonê ragihad ku bajarê balafirgeha Hûdeyde kontrol kirine.

Koalîsyona Ereb daxuyaniyek weşand û diyar kir ku serhildêrên dawî yên li balafirgehê hatine kuştin û balafirgeh bi temamî hatiye kontrol kirin.

Daxuyanî ji aliyê fermandarê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY) yê hêzên koalîsyoan li Yemenê Abdûl Salam El Şehî ve hate kirin.

MEY ji bejahiyê ve destekê dide aligîrên hikûmeta Yemenê. Operasyona li dijî Hûdeydeyê roja 13’ê Hezîranê dest pê kir. Koalîsyona Ereb a bi pêşengitya Erebîstana Siûdî aktiv destekê dide operasyonê.

Li Hûdeyde û derdora wê zêdetirî 600 hezar mirov dijîn. Li gorî NY 22 mîlyon Yemenî pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye û ji van 8.4 mîlyon kes gefa birsîbûnê li ser wan heye.

Li Yemenê ji Tebaxa 2014’an ve şer heye. Paytext Sana û herêmeke berfireh a welêt di dest Hûsiyan de ye. Adara 2015’an piştî ku Koalîsyona Ereban li dijî Hûsiyan şer kir, şer girantir bû. Aliyekî şer Hûsî û paşmêrên wan Îran e û li aliyê dî jî hêzên Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansû Hadî ku ji hêla civaka navnetewî ve têne naskirin û Koalîsyona bi pêşengiya Siûd e. Di encama vî şerî de krîza herî giran a mirovahiyê tê jiyîn. Piraniya nifûsa welêt birçî ye û hejar e. Nexweşiya kolerayê heta niha bûye sedema mirina bi hezaran kesî. Li gel vê jî bi êrîşên hewayî û çekên qedexe, sûcên giran ên şer têne kirin. Li gorî NY’yê 10 hezar kes mirine û 53 hezar kes jî birîndar bûne.