Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 100 kesî fetisîn

Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan a ji Tirkiyeyê ketibû rê noqî avê bû, zêdeyê 100 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Crotone ê herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiya koçberan noqî avê bû, di nav de zarok jî zêdeyê 100 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku herî kêm 62 koçber mirine û 12 zarok jî di nav de pitikek jî heye.

Keştiya ku tê texmîn kirin ku dora 200 kes tê de bûn, roja Yekşemê dema ku dixwest li nêzî Crotone dakeve, perçe bû. Hat diyarkirin ku keştiya ku çend roj berê ji Tirkiyeyê bi rê ket di hewaya dijwar da li zinaran qelibî.

Hat diyarkirin ku di keştiyê de kesên ji Efxanistan, Pakistan, Somalî, Sûriye, Iraq û Îranê hene.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres di axaftina xwe ya li Konseya Mafên Mirovan a NY‘ê de li Cenevreyê bang li welatan kir ku ji bo alîkariya penaber û koçberan û ji bo rêyên rêwîtiya ewletir û xurtkirina operasyonên rizgarkirinê bêtir bikin.

Hikûmeta rastgir a Melonî, soz daye ku rê li ber koçberan bigire ku xwe bigihînin peravên Îtalyayê û di çend rojên borî de qanûnek nû ya tund derxistiye ku qanûnênê rizgarkirinê tundtir dike.

Li gorî komên çavdêriyê ji sala 2014’an û vir ve zêdetirî 20 hezar kes li navenda Behra Spî li deryayê mirine yan jî winda bûne.