Keştiya koçberên Rohîngayî noqî avê bû: 15 kes mirin

Li peravên Bangledaş di encama noqîavêbûna keştiya koçberên Rohîngayî li nav bû, bi kêmanî 15 kes mirin, bi dehan kes jî winda bûne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî koçberên Rohîngayî ber bi Malezyayê ve ketin rê. Keştiya ku piranî ji jin û zarokan pêk dihat derdorî 130 kes bûn. Keştiya ku koçber li nav li tengava Bengalê noqî avê bû.

Li gorî yekîneyên ewlekariya paravê ya Bangledaşê di rewşa heyî de derdorî 70 koçber rizgar kirine. Bi kêmanî 15 cenaze derxistine, bi dehan kes jî winda bûne. Agahiya ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin hatin parvekirin.

Hate diyarkirin  ku keştî bi qasî 13 metre dirêje û şeva Yekşemê ji bajarokê Cox’s Bazar a dikeve başûrê rojhilatê Bangledaşê ketiye rê.

Li herêma mijar kampên ku nêzî 1 milyon koçber lê dijîn hene. Li gorî fermiyetê nabe ku welatî ji kampan derkevin. Li gorî agahiyên rayedaran bazirganên mirovan koçberan dikişînin.