Kesê ku li Parlamenta Îngîlîstanê êrîş kirî hate kuştin
Hate diyarkirin ku kesê li dijî Parlementoya Îngîlîstanê êrîş lidar xistibû, ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.
Hate diyarkirin ku kesê li dijî Parlementoya Îngîlîstanê êrîş lidar xistibû, ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.
Li pêşiya avahiya Parlementoya li paytexta London a Îngîlîstanê dengê çekan hate bihîstin. Li gorî agahiyên destpêkê polîsê li pêşiya parlemetoyê li ser erka xwe bû ji aliyê êrîşkarekî nenas ve hate kêrkirin.
Hat diyarkirin ku piştî êrîşê, êrîkar bi çekê lê hatiye xistin, agahiya kuştina êrîşkar ji aliyê parlemeterên parlementoyê ve hate parvekirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 10 kes birîndar bûne. Hat diyarkirin ku welatiyên ku li der ve birîndar bûne di encama ajotina wesayîtê ya bi ser wan de pêk hatine.
Ketin û derketina avahiyê hate girtin. Wênekêşekî yê ajansa nûçeyan a Reûters ku nêzî bûyerê Thames Nehrî diyar kir ku li ser Pira Westmînsterê herî kêm 10 kes birîndar bûne.
Xebatên li parlemetoyê jî hate rawestandin.