KENY helwesta Koreya Bakur 'mehkûm' kir
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ragihand, ku ew helwesta Koreya Bakur mehkûm dikin, ku çend roj berê du caran fuze ceriband.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ragihand, ku ew helwesta Koreya Bakur mehkûm dikin, ku çend roj berê du caran fuze ceriband.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya KENY de hat ragihandin, ceribandina fuzeyên balîstîk di 19-21'ê Adarê de ji aliyê rêveberiya Pyongyangê, hatiye mehkûmkirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat îdîakirin ku helwesta rêveberiya Pyongyangê roj bi roj 'aramiyê xera dike' û 'endîşeyên' endamên KENY ên di vê der barê de hatin parvekirin. KENY diyar kir, helwesta Koreya Bakur 'provokasyonî' bû.
Ev daxuyaniya KENY, piştî îdîayên rayedarên leşkerî yên Amerîkayê, ku dibêjin li derdora sîteyên nukleerî yên Koreya Başûr hatiye tespîtkirin, hat dayîn. Rayedarên DYA'yî ragihandibûn, ku ev yek nîşaneya ceribandineke nû ye.
Beriya niha bi 2 hefteyan Koreya Bakur 4 fuze ceribandibû û hatibû ragihandin, ku ev yek "Ji bo xurtkirina hêza êrîşê ya li dijî baregehên DYA yên li Japonyayê hatiye kirin."