Kêmbûna belavkirina CO2 tenê bi modelên nû dikare mayinde bibe!

Kêmbûna belavbûna CO2 ku dibe sedema germahiya global van du mehên dawî di asteke dîrokî de didome. Bi stratejiyên hevpar ên piştî krîzê mirovahî dikare vê rewşê bike firsendek.

Bi şewba Covîd-19 re ji ber ku liv û tevgera aborî li cîhanê lawaz bû, rêjeya belavbûna karbondîoksîtê (CO2) ku dibe sedema germahiya global kêm bû.

Ji meha Adarê û vir ve ku hingî şewb veguherî 'pandemiyê' yanî li tevahiya cîhanê belav bû, li dehan welatan derketina derve hate qedexkirin.

Bi saya kêmbûna karê aborî, dibe ku dihate zanîn ku yê herî zêde fêdeyê ji vê bibîne, wê avhewa be. Di çaryeka destpêkê ya sala 2020'an de ku Covîd-19 li tevahiya cîhanê belav bû, bi 542 milyon ton belavbûna CO2 kêm bû. Ev yek ji gorî çaryeka destpêkê ya sala 2019'an tê wateya kêmbûna bi rêjeya 5.8 ji sedî. Di vir de rola kêmbûna trafîka bejahî, hewayî deryayî û rawestandina hilberîna li gelek sektoran girîng e.

Belavbûna gaza serayê CO2 di meha Nîsanê de bêhtir kêm bû. Li gorî lêkolîna tîmeke navneteweyî ku Çîn jî di nav de bû, bi meha Nîsanê re di 4 mehên destpêkê yên salê de li gorî heman dema sala derbasbûyî kêmbûnek ji 7.3 ji sedî ya belavbûna CO2 hate tespîtkirin. Ev jî tê wê wateyê ku di nava vê salê de pêşî li belavbûna 886 milyon ton CO2 hatiye girtin.

Lê belê pispor dibêjin ku ev kêmbûna belavbûna gaza serayê demkî ye û destnîşan dikin, eger piştî bidawîbûna krîza aborî û tenduristiyê modelên enerjiyê ji nû ve neyên nirxandin wê belavbûna CO2 ji nû ve zêde bibe.

Ji bo vê jî tê xwestin ku razemenî li enerjiya jinûve dikare bê bikaranîn bê kirin.