Kêm maye dawî li dinyayê bê!

Tê texmînkirin ku germahiya global wê sala 2050'î jiyana li dinyayê ser û bin bike. Pispor der barê vê yekê de dibêjin, 'senaryoya herî xerab' zû ya jî dereng wê pêk were.

Saziyeke fikrî ya bi navê Breaktrough-National Centre for Climate Restoration meha derbasbûyî raporek weşand. Di raporê de hate ragihandin, eger heta sala 2050'î tedbîr neyên wergirtin wê bidawîbûna dinyayê dest pê bike. Tevî ku rapor di bingeha 'senaryoya herî xerab' de hate amadekirin jî li gorî pisporan, eger li dijî germahiya global tedbîr neyên wergirtin wê dawî li dinyayê bê.

Di raporê de ya bi îmzeya David Spratt û Ian Dunlop, ji ber germahiya global wê welê li hin deverên dinyayê bê ku jiyan lê nabe, netewe wê belav bibin, sîstema heyî wê têk biçe. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi vî rengî wê sala 2050'î dawî li şaristaniya mirovahiyê bê.

SENARYOYA HERÎ XERAB ÇI YE?

Li gorî vê raporê ku weke 'senaryoya herî xerab' a der barê germahiya global hate pêşkêşkirin, sala 2050'î wê germahiya dinyayê li gorî sedsala 19'an bi 3 pileyî zêde bibe. Germahiya global niha bi yek pileyî zêde bûye. Di encama vê de jî wê zêdeyî nîvê dinyayê salê bîst rojan bibe hedefa 'germa kujer'.

Li gorî heman senaryoyê wê Resîfa Set a Mezin a li Awûstralyayê û daristanên Amazonê ji holê rabin. Piştî ku qeşa li Arktîkê heliya wê asta bilindahiya ava deryayê heta sala 2050'î bi nîv metreyî, heta sala 2100'î jî heta du û sê metreyan bilind bibe.

PÊŞDÎTIN ZÊDE JÎ BIN ŞAŞ NÎNIN!

Li gorî rapora Breaktrough-National Centre for Climate Restoration, ji ber encamên hilweşîner ên li ekosîstemê wê zêdeyî milyarek mirovên li herêmên tropîkal in bibin penaberên avhewayê. Ji ber ku li wan herêman karê çandiniyê wê bi temamî bi dawî bibe li tevahiya dinyayê hilberîna çandiniyê wê yek ji pênc paran kêm bibe.

Pisporên ku ji radyoya France Info re axivîn, tevî ku van pêşdîtinan 'zêde nepixandî' dibînin jî dibêjin ku 'dawiya dinyayê' nêz e. Li gorî pispor Joel Savarino ku ji Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê ye, rapora hatiye amadekirin zanistî nebe jî şaş nîne.

Li gorî pisporê avhewayê Gilles Ramstein jî, texmînên di rapora 'tirsnak' de hene divê ji nedîtî ve neyên.

IPCC ÇI PÊŞNIYAR DIKE?

Di raporên Panela Guhertina Avhewayê ya Navhikumetan (IPCC) de ku ji endamên Neteweyên Yekbûyî hemûyan re vekiriye, ji bo felaketên avhewayê bên astengkirin divê asta germahiya global di rêjeya 1,5 pileyî de bê hiştin. Ji bo vê jî tê gotin, li tevahiya dinyayê emîsyona gaza bi bandora sera divê heta sala 2030'î li gorî asta sala 2010'an 45 ji sedî bê kêmkirin, heta sala 2050'î jî bi temamî ji holê bê rakirin. Li gorî vê yekê jî dema bû sala 2050'î divê çar ji pênc parên pêwîstiya elektrîkê ji çavkaniyên dikarin bên nûkirin (roj, ba, av û hwd.) bên peydakirin.