Keçên Malcolm X xwestin bila dosye dîsa were vekirin
Keçên Malcolm X derbarê mirina bavê xwe derbarê rola hêzên ewlekariyê yên di cînayetê de nameyên kevn ên polîsekî mirî nîşan dan û xwestin lêpirsîn dîsa were destpêkirin.
Keçên Malcolm X derbarê mirina bavê xwe derbarê rola hêzên ewlekariyê yên di cînayetê de nameyên kevn ên polîsekî mirî nîşan dan û xwestin lêpirsîn dîsa were destpêkirin.
Keçên Malcolm X ê ku çalakgerekî reşik ê DYE’yî bû ji bo ku lêpirsîn dîsa were vekirin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û xwestin kirinên New York û yên FBI jî were lêpirsîn.
Berdevkê Dozgeriya Manhattanê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku dosye di pêvajoya lêkolînê de ye.
Di nameya polîsekî de yê ku niha miriye, tê diyarkirin ku polîsên New Yorkê û FBI hevkarên cînayetê ne.
Xizmekî vî polîsê mirî diyar kir ku ev polîs di wê demê de bi fermana kesên ji jor xwe nêzî derdora Malcolm X kiriye û beriya cînayetê rojekê parêzvanên wî xapandine û dane girtin.
Di 21’ê Sibata 1965’an de El Hacî Malik El Şabaz ê ku bi navê Malcolm X dihat naskirin, li Aûdûbona Ballromê di êrîşeke çekdarî de miribû.
Polîsên New Yorkê daxuyanî dabûn AFP’ê û diyar kiribûn ku wan hemû dosyeyên arşîvê dane dozgeriyê û polîs amade ne, tevkariyê li dosyeyê bikin. FBI jî tu daxuyanî neda.