Katar a ku faşîzma Tirkan fînanse dike, hate protesto kirin

Katar a ku faşîzma Tirkan û dagirkeriya li Sûriyeyê fînanse dike, li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye hate protestokirin.

Li Brukselê bi wesîleya 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li pêşiya konsolosxaneya Katarê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurd, ciwanên çepgir û anarşîst ên ji Belçîkayê li pêşiya Konsolosxaneya Katarê dagirkeriya dewleta Tirk û piştgirên wê protesto kirin.

Di çalakiyê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk slogan hatin berzkirin û ji bo Rojava peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

Rejîma Ankarayê ji sala 2017’an û vir ve hewl dide Katara di bin ambargoyê de biparêze û Katar jî piştgiriyê dide dagirkeriya Sûriyeyê. Yekîtiya Ereban dagirkeriya Tirkan şermezar kir lê dîsa jî Katar xwe nêzî rejîma Erdogan dike.”