Katalonya: Daxwaza gelê Kurd a Katalanan e jî

Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê, êrîşên dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên gelê Kurd, daxwazên Katalanan e jî.

Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê a ku li Îspanyayê xwedî xweseriyeke mezin e got ku “Em vê êrîşa hikumeta Erdogan a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş hiqûqa navneteweyî bin pê dike.

Em careke din piştgiriya dewleta Îspanyayê ya ji dewleta Tirk re jî şermezar dikin. Careke din derketiye holê ku hikumeta Îspanyayê piştgiriyê dide rejîmên otorîter. Gelek welatên Ewropayê biryar dane ku li ser Tirkiyeyê ambargoya çekan bidin destpêkirin lê helwesta hikumeta Îspanyayê li dijî helwesta welatên Ewropayê ye.

Em careke din diyar dikin ku em piştgiriyê didin daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd- Jixwe ev daxwaza gelê Katalan e jî û em hevgirtina xwe diyar dikin.