Karkerên Rêyên Hesinî yên Elman ji bo 4 saetan dikevin grevê

Karkên Rêyên Hesinî yên Elmanyayê, ji bo zêdekirina maeşên xwe îro danê sibê ji bo 4 saetan dikevin grevê.

Berdevkê sendîkaya EVG'ê daxuyaniyek da û diyar kir, karkerên Rêyên Hesinî yên Elmanyayê bi daxwaza zêdekirina maeşên xwe wê îro danê sibehê ji saet 5'an û pê ve bikevin grevê.

Grev wê 4 saetan dewam bike. Piştî ku encamek ji rayedarên Deûtsche Bahn û nûnerên sendîkayê derneket, banga ji bo grevê hate kirin.

EVG dixwaze bi rêjeya 7,5 ji sedî mûçe bê zêdekirin û dema kar û destûrê jî bê sererastkirin.

Sendîkaya ku piraniya karkeran temsîl dike, roja Şemiyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, beriya betlaneyên Noel û sersalê dibe ku trafîka trenê têk biçe.

Deûtsche Bahn bi sendîkayên karkeran ên biçûk ên weke GLD'ê re danûstandinan dike. Tê gotin ku pêşniyar dike, maeş bi rêjeya 5.1 ji sedî zêde bike û prîma ji 500 euroyî bide. Ev yek jî nêzî daxwaza sendîkaya EVG ye ku 7.5 ji sedî zemê dixwaze.