Kanada dîsa bi gorên zarokan di rojevê de ye

Li cihê dibistaneke kevn a dêrê ya li Kanadayê, zêdeyî 2 hezar hestiyên mirovan ên tê texmînkirin aîdî zarokên xwecihî ne, hatin dîtin.

Di sala 2021’an de li herêma Star Blanket Cree Nation ya Saskatchewan a Kanadayê, jêmayên cenazeyên 215 zarokan li baxçê dibistana dêrê ya kevn hatibûn dîtin. Vê carê li dibistanek din jêmayên nû derketin pêş. Di lêgerîna radarê de ya li qadê hat ragihandin ku zêdeyî 2 hezar jêma hatin dîtin.

Serokê Projeya Lêgerîna Erdê ya Star Blanket Sheldon Poitras ji çapemeniyê re got ku, jêmayên hatine dîtin dibe ku jêmayên mirovan, perçeyên kevir an dar bin. Sheldon Poitras diyar kir ku, dema wan di 2’ê Cotmeha 2022’an de dest bi xebatê kirine, wan perçeyek hestiyê çenga zarokekî pênc-şeş salî dîtine û got, "Ev delîlên fizîkî yên goreke bêkes e." Di lêgerînan de tunel û odeyên binê erdê jî hatin dîtin."

DI SALA 1884’AN DE DIBISTAN HATIBÛ VEKIRIN

Dibistana Dêrê yê Lêmayînê ya Lebret li gundê Lebrete ku nêzî Regina ya paytexta Saskatchewanê ye. Dibistan yekem car di sala 1884’an de hate vekirin û di sala 1895 de berfireh bû. Di sala 1951 'an de dibistan bû yek ji dibistanên destpêkê yê lêmayînê ku perwerdeya lîseyê dide. Dibistana Dêrê yê Lêmayînê ya Lebret di sala 1998’an de piştî 114 salan xebitandinê hate girtin.

DI SALA 2021’AN DE GOR HATIN DÎTIN

Li Kanadayê yekemcar di 29'ê Gulana 2021'an de gorên zarokan ên ne qeydkirî yên li hewşa dibistana lêmayî yê dêrê li bajarê kamloops a herêma British Colûmbîayê hatin dîtin û jêmayên 215 zarokan hatin derxistin, ket rojevê.

Li bexçeyê gorên ku di 24’ê Hezîrana 2021’an de di qeydên fermî de tune bûn, jêmayê cenazeyê 751 zarokan hatin dîtin. Her wiha li nêzî Dibistana Mîsyonê ya berê ya St. Eugene a li British a Colûmbîayê, gorên bê qeyd ên ku jêmayên 182 zarokan tê de bûn hatin dîtin. Eşîra xwecihî ya li Penelakutê jî ku ji Giravên Kendava Başûr e, di 12'ê Tîrmeha 2021'an de ragihandibû ku li herêma ser bi Dibistana Dêrê ya Lêmayînê ya Kuper zêdeyî 160 gorên "bê belge û bê nîşankirî" hatine dîtin. Eşîra xwecî ya Penelakut, ku ji Giravên Kendava Başûr jî ye, di 12ê Tîrmeha 2021ê de ragihand ku zêdetirî 160 gorên "bêbelge û bênav" li devera ku girêdayî Dibistana Navendî ya Kuperê ye hatine dîtin. Roj bi roj yên nû li van goran zêde dibûn.

ZAROK JI MALBATA WAN BI ZORÊ HATIN GIRTIN

Hat zanîn ku nêzî 150 hezar zarokên malbatên herêmê bi zorê hatine birin û li van dibistanan hatine bicihkirin. Di dibistanan de piraniya zarokan ji aliyê kahîn, rahîb û mamosteyên din ve rastî tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî hatin. Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ya di sala 2010’an de li Kanadayê hat avakirin, diyar kiribû ku, ji bilî îstîsmarê, li ser hin zarokan ceribandinên tibî hatine kirin. Ji aliyê din ve, ji ber ku li dibistanên lêmayînê yê dêrê bi hezaran zarok di encama birçîbûn, serma û nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dan, hikûmetê bi awayekî fermî ji mexdûran lêborîn xwestibû.