Kamyoneke bi madeyên hişbir dagirtî ya ji Tirkiyeyê diçû Iraqê, hate girtin

Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê kamyoneke 1,1 ton captagon (madeya hişbirinê) ya ji Tirkiyeyê hatî şandin, hate girtin.

Rayedarekî ewlekariya Iraqê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji AFP’ê re axivî û got, di sewqiyatê de 7 milyon heb hene.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir General Moqdad Miri diyar kir ku bi saya “agahiyên gelek girîng” ên ji hêzên ewlekariya Siûdî hatine bidestxistin, serdegirtin pêk hatiye.

Miri ragihand ku Midûriyeta Narkotîkê ‘kamyoneke ku 1.1 ton captagon dihilgirt û ji Sûriyeyê diçû Iraqê û li Tirkiyeyê re derbas dibû, hate bidestxistin’.