Kampanya li dijî polîtîkayên Fransayê yên li ser avhewayê

Dewleta Fransayê tê sûcdarkirin ku li dijî germa global bi têrkerî tênakoşe. Li Fransayê bi vê sûcdariyê kampanya îmzeyan dest pê kir û di asta rekorê de welatî tevlî kampanyayê bûn.

Ji ber ku dewlet ji bo pêşîgirtina li guhertina avhewayê tedbîrên pêwîst nagire, kampanya îmzeyan dest pê kir. Heta niha 1,5 milyon kesî îmzeya xwe danîne binê kampanyayê. Kampanya îmzeyan ji bo armanca 'Zext li dewletê bê kirin ji bo bikeve nava liv û tevgerê' pêk tê û ji aliyê saziyên bi navê Nature et l’Homme Vakfı, Greenpeace France, Notre Affaire à Tous û Oxfam France ve hate destpêkirin.

Çêkerê fîlmê 'Demaîn (Sibe)' Crîl Dîon û Wezîrê berê yê Hawirdor û Veguherîna Ekolojîk Nîcolas Hûlot jî di nav de gelek kesên navdar mohra xwe danîn binê kampanyayê.

Li gorî agahiyan, rojên Sêşem û Çarşemê milyonek û 250 hezar kesî malpera kampanyayê vekirine. Dema ku nûçe dihate amadekirin, hejmara kesên mohra xwe danîbû binê kampanyayê milyonek û 510 hezar derbas kiribûn.

Seroka Giştî ya Oxfam France Cécile Duflot got, cara yekê ye ku di asteke wiha bilind de mirov tevlî kampanyayeke îmzeyan a onlîne dibin. Wezîrê berê Nîcolas Hûlot jî diyar kir, bi kampanyayê re daxwaza 'êdî helwesteke zelaltir nîşan bide' ji dewletê re hatiye ragihandin.

Di metna kampanyayê de, germahiya global weke 'meseleya sedsalê' tê binavkirin û ji hikumet^tê xwestin ku tedbîrên lezgîn û zelal bigire.