Kabîleyek nû li daristanên Amazonê hate keşfkirin

Kabîleya nû ya xwecihî li ser sînorê Brezîlya û Perûyê hate keşfkirin.

Saziya parastina jiyana xwezayî ya li Amerîka Başûr, kabîleyeke xwecihî ya li daristanên Amazonê yên navbera Brezîlya û Perûyê keşf kir.

Weqfa Neteweyî ya Xwecihiyan a hikumeta Brezîlyayê ragihand ku kabîleyeke xwecihî ya ku têkiliya xwe bi cîhana derve re nîne hatiye dîtin. Keşf ji aliyê dronên li ser herêmê difiriyan ve hate kirin. Hikumetê bi awayekî fermî ragihand ku ev keşf roja Sêşemê li newala çemê Javaryê pêk hatiye. Ev herêm li ser sînorê Brezîlya û Perûyê ye.

Nûçe û dîmenê li ser mijarê di New York Tîmesê de hate weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku li zeviyên nehatiye çandin, kesek tiştekî dibe û tîne. Saziya Brezîlyayî her wiha çend wêne jî weşand. Di wêne de tê dîtin ku di destê kesên vê kabîleyê de bivirekî ji kevir hatiye çêkirin, heye.

KESÊN LI ZÊR DIGERIN GEFÊ LI KABÎLEYÊN HERÊMÎ DIXWIN

8 ji kabîleyên xwecihî yên li herêmê bi mirovên din ên li herêmê re têkilî danîne. 11 ji wan jî hîn jiyana xwe ya asayî didomînin. Rayedar garantiyê didin ku xwecihiyên naxwazin têkilî bi mirovên derve re deynin, wê bi ti awayî pêwendî bi wan re neyê danîn.

Ji lêkolînê tê fêhmkirin ku nêçirvan û cotkar gefê li herêma kabîleya xwecih dixwin. Her wiha mirovên xwecih ji aliyê kesên li zêr digerin ve tên kuştin.