Johnsson Berxît îmze kir

Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson derketina Îngîltere ya ji YE’yê îmze kir.

Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson Berxît a ku welatê wî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derdixîne îmza kir. Li Parlementoya Îngîltere roja Çarşemê û duh jî Qralîçe Elîsabeta duyemîn ve peyman hatibû erêkirin.

Îro jî di saetên zû yên sibê de jî ji aliyê Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyne ve hatibû îmzekirin.

Bi vî awayî wê pêvajoya derketina Îngîltrere ya ku avakerê YE’yê ye, 31’ê Çileyê bikeve meryetê. Beriya vê divê 29’ê Çileyê di erêkirina Parlementoya Ewropayê de bê erêkirin.