Ji 'sûcê li dijî mirovahiyê' doz li Yekîtiya Ewropayê hat vekirin

Drama koçberên di ser Derya Spî re hewl didin xwe bigihînin Ewropayê roj bi roj zêde dibe. Saziya bi navê Mîssîon Lîfelîne diyar kir, Yekîtiya Ewropa ji ber polîtîkayên xwe yên koçberiyê li dijî mirovahiyê sûc dike.

Çend roj berê hatibû ragihandin ku ji koçberên 11 rojan li Derya Spî ji bo jiyanê li ber xwe didan, 15 ji wan mirin û tenê 8 ji wan sax man. Tê gotin ku mirina koçberan ji ber astengiyên polîsê sînor ê Yekîtiya Ewropayê (Frontex) û Eûnavfor Med (Sophîa) rû daye.

Saziya alîkariyê ya Elman Mîssîon Lîfelîne çend roj berê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê da û diyar kir ku Yekîtiya Ewropa bi rêya Frontex û Eûnavfor Medê li dijî mirovahiyê sûc dike û xwest bê darizandin.

'HEMÛ TEKNOLOJÎ DI DESTÊ WAN DANE, LÊ BELÊ ÇAVÊ XWE LI MIRINA WAN GIRTIN'

Di gilînameya Mîssîon Lîfelîne de hate gotin, "Hiştina mirovan li nava lepên mirinê, sûc e." Di serlêdanê de hate ragihandin ku divê dadgeh der barê Frontex û Eûnavfor Medê de lêpirsîNê veke û diyar kir, li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin, li gel keştiyên leşkerî her wiha balafirên keşfê û peykên Frontex û Eûnavfor li Derya Spî hene û hate gotin, nexasim herêma navbera Lîbya û Îtalyayê bi berfirehî tê şopandin.

Ji Mîssîon Lîfelîne Axel Steîer ji AFP'ê re axivî û got, "Teknîkên wan (Frontex û Eûnavfor Med)hene ku pê bibînin penaber di rewşeke zehmet de ne. Lê belê tiştek nekirin."