Ji sê Hollandayiyan yek jê bi guman li Komkujiya Cihûyan dinihêre

Li Hollandayê lêkolînek di navbera yên piştî sala 1980 çêbûne de hat kirin, ji sedî 23’yê beşdaran got: “Ez bi guman li Holocaûstê dinihêrim.“ Lewma hikûmetê zend û bend badan.

Li gor lêkolîneke bi ciwanên 18-40 re ya Jewîsh Claîms Conference ya li ser Komkujiya Cihûyan ku ji aliyê Elmanyaya Naziyan ve hatiye kirin,  ji sisêyan yekê ciwanan bi awayekê bi guman li Komkujiya Cihûyan dinihêrin. Hikûmet û gelê Hollandayê bi vê encamê şaş man.

Ji sedî 23’yê Hollandayiyan diyar kir ku Komkujiya Cihûyan ku ji aliyê Naziyan ve hatiye kirin, “efsane“ ye ya jî zêde tê mezinkirin. Nihêrtina li Komkujiya Cihûyan bi awayekê bi guman, bû rojeva sereke ya Hollandayê. Siyasetmedar û pisporan daxwaz ji hikûmetê kir ku li ser encamên derketine holê bi lezgînî dest bi xebatê bike.

HIKÛMET: ENCAM XETERNAK E

Hikûmeta Hollandayê biryar da ku ji bo behskirina ji ciwanan re tiştên berê qewimîne, dest bi projeyên civakî bike. Wezîra Edaletê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got: “Bi encamên derketine holê, mirov ne bi tenê matmayî dimîne lê di heman demê de nîşaneya wê yekê ye ku rewş xeternak e.“ Yeşîlgoz anî ziman ku ji bo baweriyên di nava civakê de biguherin divê bêhtir bixebitin.

Erkdarê Hikûmetê yê Berpirsê Têkoşîna bi Antîsemîtîzmê re Eddo Verdoner jî bi lêv kir ku encamên lêkolînê xeternak in. Verdoner îşaret bi wê yekê kir ku divê dîrok bêyî kêmasî bê hînkirin û xwest ku ji xeynî dibistanan li ser platformên medyayê yên dîjîtal jî bi vê armancê xebat bê kirin.