Ji krîza Ûkraynayê dengê şer tê

DYE biryar da ku çekên DYE’yê bila ji Ûkraynayê re were şandin.

Li gorî nûçeya AFP’ê rayedarkî Wezareta Karê Derve ya DYE li Berlînê daxuyaniyek daye û diyar kiriye wan qebûl kirine ku çekên DYE’yê yên li welatên din bila ji Ûkraynayê re were şandin.

Serokê DYE Joe Bîden jî diyar kir heke Ûkrayna êrişî Rûsyayê bike wê ev tişt ji bo Rûsyayê bibe karesateke mezin û bal kişand ser vî tiştî wê di qada bankavaniyê de zextên giran bikin û karên bi dolaran wê were asta sekinandinê.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî daxuyanî da rojnamegeran û got “Ji bo sivikkirina aloziyan tu tevkarî nayê kirin. Dibe ku ev tişt rewşê bêîstîkrar jî bike.”

Rûsyayê di mehên dawîn de bi dehan leşker li ser sînorê Ûkraynayê bi cih kiriye. Ûkrayna û welatên rojava vî tiştî wekî amadekariya dagirkeriyê dibînin. Moskova jî dixwaze bi nivîskî were diyarkirin ku wê Ûkrayna nekeve nav NATO’yê.