Ji kesên ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûn, 170 mirine

Hikumeta federal ragihand ku heta niha zêdeyî hezar kes ji Elmanyayê tevlî DAÎŞ'ê bûne û got, "Haya me ji aqûbeta piraniya van kesan nîne. Em zanin ku tenê 170 ji van mirine."

Partiya Çep a Elman (Die Linke) çend roj berê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel kir û xwest li ser hejmara kesên tevlî DAÎŞ'e bûne û rewşa wan a dawî agahiyan bide.

Pêşnûme bi pêşengiya parlamenter Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn û Gokay Akbûlût ve hate amadekirin û bi navê hikumetê Wezareta Karên Hundir bersiv da. Wezaretiyê diyar kir, salên dawî zêdeyî hezar kes ji bo tevlî DAÎŞ'ê bibin ji Elmanyayê çûne Sûirye û Iraqê.

Di bersiva wezaretê de hate ragihandin ku ev kesên weke 'Îslamîstên radîkal' hatin binavkirin, 35 ji sedî welatiyên Elman in, 27 ji sedî jî hemwelatî ne. Li gorî agahiyên ji aliyê wezaretê ve hatin dayin, balkêş e ku piraniya biyaniyên çûne welatiyên Tirk e.

Di nava hemwelatiyên tevî DAÎŞ'ê bûne de, welatiyên Tirk bi rêjeya 21 ji sedî di rêza yekemîn de ne. Welatiyên Fas di rêza duyemîn de ne. Piştre jî welatiyên Tûnis, Afgan û Sûriyeyê tên.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li ser beşeke biçûk a kesên çûne Iraq û Sûriyeyê agahiya wan heye, lê aqûbeta piraniya wan nizanin. Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin, "Li gorî agahiyên di destê me de, 170 ji van kesan di şer de ya jî ji ber sedemên cuda mirine."