Ji Efganistanê peyama ji bo Kurdistanê: Çarenûsa me yek e

Rayedarê Cemiyet-î Îslamî Hacî Khalîl û ji fermandarê Talîbanê Mowlawa Khanan ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku çarenûsa gelên Efganistanê û gelê Kurd weke hev e.

Piştî ku Talîbanê û DYE'yê berî çend hefteyan li hev kirin, tê payin ku li Efganistanê pêvajoyeke nû dest pê bike.

Rayedarê Cemiyet-î Îslamî Hacî Khalîl ê tevlî hevdîtinên li Qatarê bû û ji fermandarên Talîbanê Mowlawa Khanan, ji ANF'ê re qala rewşa Efganistanê kirin. Cemiyet-î Îslamî ku girîngtirîn hêza siyasî ya li welêt e, ji vê rewşê bi hêvî ye. Talîban jî di asta 'serketinê' de dibîne.

Hînê ne diyar e bê lihevkirina li Qatarê ya ji bo bidawîkirina şerê li Efganistanê bi cih were yan na. Lê belê gelek hêz ji vê rewşê bi hêvî nîne. Talîban ku hêzeke li derveyî dewletê ye û li zêdeyî nîvê welêt serwer e, nafikire ku dest ji çekê berde ya jî sîstema xwe ji holê rake. Sîstema heyî ya dewletê jî wê bidome. Lewma bi ihtimaleke mezin wê şerê leşkerî û siyasî li Efganistanê her dewam bike.

Bi navê Partiya Cemiyet-î Îslamî Hacî Khalîl tevlî hevdîtinên li Qatarê bû ku hefteyên bihurî pêk hatin. Khalîl balê dikişîne ser hilbijartinên li welêt û dibêje, nabe ku Talîban li derve bê hiştin.

Cemiyet-î Îslamî partiyeke ku ji aliyê Serokdewletê berê yê Efganistanê Bûrhaneddîn Rabbanî ku bi eslê xwe Tacîk e, hate avakirin. Rabbanî 20'ê Îlona 2011'an di encama sûîqestekê de hate kuştin. Lê belê partiya wî li bakurê welêt hêza herî mezin a siyasî ye.

Piştî Cemiyet-î Îslamî, bloka Şîa ya ji sê partiyan pêk tê li herêmê bi bandor e. Rêjeya bloka Şîa 20 ji sedî ye. Partiyên Ozbek, Peştûn û gelek partiyên din jî xwe bi rêxistin kirine.

Li nava hemû hikumetên piştî destwerdana DYE'yê ava bûn, ji bo postên herî girîng siyasetmedarên ji derve yanî yên li Efganistanê najîn tên tayînkirin. Ev yek jî rê li ber nerazîbûnan vedike. Bi giranî siyasetmedarên Efgan ên welatiyên DYE û Yekîtiya Ewropayê li van meqaman tên bicihkirin. Piştî ku wezîfeya wan diqede, ji Efganistanê derdikevin. Nîvê hikumetê ji kesên wiha pêk tê. Gelek siyasetmedar û burokratên payebilind ên dema Talîbanê, hîn jî di nava sîstema dewletê û parlamentê de wezîfeyê dikin. Tê gotin, di hilbijartineke gengaz de wê Talîban 30 heta 40 ji sedî yê dengan bigire.

Rayedarê Cemiyet-î Îslamî Hacî Khalîl diyar dike, Talîban dixwaze hikumetê hilweşîne û sîstema xwe ava bike, hikumet jî dixwaze Talîbanê tevlî sîstemê bike. Khalîl dibêje, "Xuya ye ev zehmet e. Lê belê di nava Talîbanê de meyla lihevkirinê jî rû dide". Khalîl diyar kir ku wî bi xwe lihevkirina DYE-Talîbanê dîtiye û car carna navbeynkarî jî kiriye. Khalîl got, DYE zextê dike ji bo hikumet û Talîban li hev bikin. Khalîl anî ziman, pêvajoya hevdîtinê wê hîn 3-4 mehên din jî dewam bike û ragihand, "Ji ber ku Talîban zehmetiyê dikişîne ku hin kes û hêzên nava xwe qanih bike." Khalîl da xuyakirin, îmzekirina peymanê karekî hêsan e, lê bicihanîna peymanê zehmet e û got, ew ne li bendê ye ku tundî di demeke kin de biqede.

'DIVÊ GELÊN KURD Û EFGAN PIŞTGIRIYA HEV BIKIN'

Hacî Khalîl diyar kir, ew şerê li Kurdistanê dişopîne, DYE û Yekîtiya Ewropa di mijara pirsgirêka Kurd de helwesteke erênî nîşan nadin û li gorî berjrewendiyên xwe hesaban dikin. Siyasetmedarê Efgan anî ziman ku ew bi xemgînî êrîşên Erdogan ên li dijî Kurdan dişopîne. Khalîl got, "Hêzên mezin li welatên mîna Efganistan û Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe kaos û tevlîheviyê derdixînin. Ji vê yekê jî gelên mezlûm dixisirin. Kurd jî gelekî mezlûm e û em bawer in ku wê mafên xwe bi dest bixin. Çawa ku Mandela bi ser ket, gelê Kurd jî wê bi heman rengî bi ser bikeve. Em piştgiriyê didin Kurdistanê. Divê gelên Efgan û Kurd piştgiriya hev bikin."

TALÎBAN: EM BI SER KETIN!

Ji fermandarên Talîbanê Mowlawa Khanan jî ji ANF'ê re axivî û lihevkirina li Qatarê ji bo xwe weke 'serketinê' dibîne. Khanan diyar kir, DYE di şer de têk çû, wê vekişe û got, "Gelê Efganîstanê piştgiriyê idde me. DYE û hevkarên wan têk çûn."

Khanan îdîa kir ku sîstema heyî ti pirsgirêkan çareser nake, Talîban jî dikare bi lez û bez pirsgirêkan hemûyan çareser bike û got, ji ber vê yekê gel piştgiriyê dide wan.

Khanan diyar kir, ew êrîşên bi navê 'Îslamiyetê' li Kurdan tên kirin ti carî qebûl nakin û got, "Gelê Kurd ji neviyên Selahaddînî Eyyûbî ye. Kurd gelekî mezlûm e û em êrîşên ku bi navê Îslamiyetê li Kurdan tên kirin qebûl nakin."

Khanan da xuyakirin ku ti têkiliya wan bi Kurdan re nîne û anî ziman, hin hevalbendên wan bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyeke baş in.

Khanan navê van hevalbendên xwe eşkere nake. Lê belê çavdêrên siyasî yên li welêt dibêjin, Talîban bi rêveberiya Pakîstanê re tevdigere, Pakîstan jî bi Enqereyê re xwedî têkiliyên gelekî baş in.