Ji DYA biryara pêkanînên hiqûqî û malî li dijî Madûro
DYA'yê, ku piştî hilbijartina Meclîsa Damezrîner a Venezûelayê sûcdariya 'dîktatoriyê' kir, li hemberî Serokkomar Nîcolas Madûro pêkanînên nû xiste rojevê.
DYA'yê, ku piştî hilbijartina Meclîsa Damezrîner a Venezûelayê sûcdariya 'dîktatoriyê' kir, li hemberî Serokkomar Nîcolas Madûro pêkanînên nû xiste rojevê.
Piştî hilbijartina Meclîsa Damezrîner, ku roja Yekşemê hate kirin û zêdeyî 8 mîlyon hilbijêrî deng dan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û gelek welatên rojavayî daxuyaniyên neyînî dan.
Meclîsa Damezrîner a li Venezûelayê hate hilbijartin, wê di ser hemû organên heyî yên erkdar re be û bi vî rengî dawî li serdestiya mûxalefeta rastgir a li parlamentê were anîn. Lê belê, mûxalefeta rastgir ku DYA û gelek welatên rojavayî piştgiriya wê dikin, hilbijartin boykot kiribû.
Di daxuyaniya dawî ya rêveberiya DYA de hate ragihandin, ku li dijî Serokkomar Madûro biryar apêkanînên malî û hiqûqî hatiye dayin. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê diyar kir, ku biryar hatiye dayin hemû mal û milkên Madûro yên li vî welatî bên desteserkirin û Madûro jî weke 'dîktator' bi nav kir.
Krîza siyasî ya li Venezûelayê ji sala bihurî û vir ve dewam dike. Kêmbûna buhayê petrolê ji sala 2014'an û vir ve, bû sedem ku çavkaniya herî girîng a hatineyê kêm bibe.
Mûxalefeta rastgir, ku li parlamentê serdest bû, Madûro ji vê krîzê berpirsyar didît û dixwest, ku Madûro îstifa bike.
Li hemberî vê daxwazê, Madûro biryar dabû ku hilbijartina Meclîsa Damezrîner a ji 545 endamî bê kirin.
Meclîsa Damezrîner a ji 545 endamî, 364 endam ji herêman û 181 jî ji qada civakî hatin hilbijartin, wê Destûra Bingehîn a Nû ya welatê binivîsîne.
Mûxalefeta rastgir a destekê ji Washîngtonê digire, Meclîsa Damezrîner weke 'gaveke ber bi dîktatoriyê ve' bi nav kir. Madûro jî destnîşan dike ku bi Meclîsa Damezrîner re wê rêya demokrasiyê yekser vebe.