Ji dibistana ku bû hedefa Boko Haram, bi dehan xwendekar winda ne

Çeteyên Boko Haram roja Duşemê li Nîjeryayê êrîşî dibistanekê kirin. Tê gotin bi dehan xwendekarên keç ên li vê dibistanê dixwendin hê jî winda ne.

Li bajarê Dapchî yê eyaleta Yobe ya li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê ye, çeteyên Boko Haram roja Duşemê êrîş birin ser dibistanekê. Piştî vê êrîşê hê jî 90 xwendekar winda ne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cuda hatine wergirtin, piştî êrîşê 815 xwendekar li wargeha dibistnaê vegeriyan, lê gelek xwendekar hê winda ne.

Midûrê Emniyeta Eyaleta Yobe Abdulmalîkî Sûmonû got, hejmara xwendekarên winda li dora 110 kesî ye.

Êrîşên çeteyên Boko Haram ên li dijî dibistanan van salên dawî zêde bûn. Nîsana 2014'an li Chîbokê di êrîşekê de 276 xwendekarên keç revandibûn û kiribûn koleyê xwe. Piştî vê hovîtiya ku li tevahiya cîhanê deng veda, 164 xwendekar karîbûn vegerin mala xwe. Tê gotin ku xwendekarên mayî hê di destê çeteyan de ne.

Boko Haram ji sala 2009'an û vir ve êrîş dike. Di şerê dijî Boko Haram de tê texmînkirin ku heta niha zêdeyî 50 hezar kes mirine.