Ji Dewletên NATO ji bo Erdogan red!

Diyar bû ku dewletên endamên NATO’yê teklîfa Erdogan ku dixwest civîna lîderan li Tirkiyê were kirin, red kirine.

Diyar bû ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 2016’an li paytexta Polonya Varşovayê, di civîna NATO’yê de tekfîl daye ku civîna NATO’yê li Tirkiyê were kirin lê di serî de Elmanya, Fransa, Hollanda û Danîmarkayê gelek dewletên endamên NATO’yê ev teklîfa Erdgogan red kirine. Rojnameya Dîe Welet nûçeya xwe sparte hin jêderên NATO’yê.

Diyar bû ku jêderkên NATO’yê gotine, ‘’Em naxwazin îtîbara Tirkiye ya navdewletî zêde bikin û wiha nîşan bidin ku em destekê didine polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyê’’

Hate gotin  ji bo civîn were kirin bajarê ku plansazî li ser hatî kirin Stenbol bûye lê piştre dev ji vê fikrê qeriyane.