Ji bo Somalî tenê yek ji sê parên fonan hatiye hevdan

Ji bo li Somaliyê mîna sala 2011'an xela rû nede, pêwîstiya bi fonan hatibû diyarkirin, lê bele heta niha tenê yek ji sê parên van fonan hatiye hevdan.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Haq, beriya civîna Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) daxuyaniyek da û bibîr xist, ku di sala 2017'an de ji bo Somalî pêwîstî bi 864 mîlyon dolarî heye. Haq ragihand, tenê ji sedî 31 ê vê rêjeyê heta niha hatiye hevdan.

Ji ber xeteriya xelayê, rêjeya alîkariya malî ya NY ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê ya li Somaliyê, tê zêdekirin.

Li vî welatî, di sala 2011'an de 260 hezar kesî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku pêwîstiya 6,2 mîlyon kesî jî bi alîkariyê xwarinê ya lezgîn heye. Herî kêm 360 hezar ji van zarok in.

Li gorî NY, li Somaliyê ji destpêka vê salê û vir ve herî kêm 300 kes ji ber nexweşiyên kolera û navçûyînê jiyana xwe ji dest dan.