Ji bo referandûmeke nû ya Brexîtê milyonek îmze hatin hevdan

Li Brîtanya Mezin ku xwe amade dike meha Adarê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, kesên dixwazin li ser Brexîtê referandûmeke nû bê kirin, zêdeyî milyonek îmze dan hev.

Peymana li ser derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) wê îro li Kamara Avamê bê nirxandin. Dengdana li ser peymanê jî wê 11'ê Kanûnê bê kirin. Derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê jî wê Adara 2019'an pêk were. Kesên ku dixwazin peymana derketinê bê betalkirin, her hewl didin.

Parlamenterên ji gelek partiyên cuda, ji bo li ser Brexîtê referandûmeke nû were kirin dest bi kampanyayê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de zêdeyî milyone îmze hatin hevdan û pêşkêşî Serokwezîr Theresa May hatin kirin. Parlamenteran gotin, pêwîstî bi referandûmeke nû heye.

MAY: EWILÎ WÊ REFERANDÛMA DESTPÊKÊ BI CIH WERE ANÎN

Serokwezîr May li ser vê kampanyayê axivî û careke din dubare kir ku Brexît wê teqez bi cih were anîn.

May diyar kir, referandûmeke nû wê neyê kirin û işaret bi biryara gel a di referandûma Hezîrana 2016'an de kir. May got, "Mirov qala referandûmeke duyemîn dikin. Lê belê me hîn encama referandûma destpêkê bicih neanîne."

Di referandûma 23'ê Hezîrana 2016'an de, li gelemperiya Brîtanya Mezin bi rêjeya 52 ji sedî biryar hatibû dayin ku ji nava Yekîtiya Ewropayê derkevin. Li Îngilîstan û Gallerê alîgirên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê li pêş bû. Piraniya dengdêrên li Îrlanda Bakur û Skoçyyaê jî deng dan ji bo li nava Yekîtiya Ewropayê bimînin.