Ji bo konferansa navneteweyî ya Fîlîstînê reaksiyonên cuda

Mahmûd Abbas ji bo çareserkirina pirsgirêka Fîlîstînê banga konferansa navneteweyî kir. Hin welatan destek dan vê bangê. DYA jî ragihand ku ew ji danûstandinan re amade ye.

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) meha Kanûnê biryar da ku Qûdsê weke paytexta Îsraîlê nas bike, Fîlîstîn li ber rabûbû ku ev welat pêşengiyê ji hevdîtinên aştiyê re bike.

Mahmûd Abbas ji bo Fîlîstînê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku konferanseke navneteweyî li dar bixe û diyar kir ku divê armanc; çareseriya bi du dewletan be ku xwe dispêr sînorên sala 1967'an.

Yek ji 5 endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî Fransayê piştgirî da vê pêşniyara Abbas. Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Neteweyên Yekbûyî Françoîs Delattres diyar kir ku ev daxwaz maqûl e.

Nûnera DYA Nîkkî Haley jî îdîa kir ku daxwazên rêveberiya Fîlîstînê 'maksîmalîst' in û got, Donald Trûmp dest ji plana aştiyê bernedaye. Haley bang li rêveberiya Fîlîstînê kir ku ji nû ve li maseya aştiyê vegere.

Îsraîl jî bi tundî li ber daxwaza konferansa navneteweyî rabû.