Ji bo 'Koalîsyona mezin' hewl tê dayin ku Schûlz bê îqnakirin

Piştî ku danûstandinên ji bo avakirina koalîsyona Jamaîka ya li Elmanyayê têk çû, Serokwezîr Merkel ji bo SPD'ê îqna bike di asta Serokkomariyê de dest bi hewldanan kir.

Tê gotin, beşek li nava SPD'ê ji bo 'Koalîsyona Mezin' a ku beriya niha sê caran hate avakirin, dilxwazin.

Danûstandinên ji bo koalîsyona "Jamaîka" ên navbera Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), Partiya Demokrat a Lîberal (FDP) û Partiya Keskan, di dawiya hefteyê de bê encam mabûn.

JI BO  PÊŞÎ LI HILBIJARTINA PÊŞWEXT WERE GIRTIN, KOALÎSYON ALTERNATÎFA YEKANE YE

Ji sala 1949'an û vir ve cara yekê ye ku şensê avakirina koalîsyonê di navbera partiyên 'li hev dikin' ewqasî kêm bûye. Ji bo lîdera CDU Angela Merkel a 12 sal in Serokwezîr e careke din bibe Serokwezîr, yekane şens ew e ku bi Partiya Sosyal Demokrat (SPD) re hikumetê ava bike.

Di hilbijartina 24'ê Îlonê de ji bo Meclîsa Federal a ji 709 parlamenteran, partiyên CDU/CSU 246, SPD'ê 158, partiya rastgir-populîst Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) 94, FDP'ê 80, Partiya Çep (Dîe Lînke) 69 û Partiya Keskan 67 kursî bi dest xisitbûn.

SPD a bi serokatiya Serokê berê yê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz ku di hilbijartinê de encameke neyînî bi dest xist, di şeva hilbijartinê de ragihand ku wê 'ti carî tevlî koalîsyonê nebe'. SPD niha ji bo Angela Merkel bûye alternatîfa yekane. Partiya Çep û AfD ji aliyê hemû partiyan ve li derveyî alternatîfa koalîsyonê tên hiştin. Ji ber ku FDP û Kesk jî xwe nadin ber koalîsyonê, eger SPD di vê biryara xwe de israr bike, wê hilbijartina pêşwext pêk were.

SEROKKOMARÊ JI SPD'Ê HATE HILBIJARTIN, WÊ HEWL BIDE SCHÛLZ ÎQNA BIKE

Di meha Adarê de bi lihevkirina koalîsyona CDU/CSU û SPD'ê re Frank-Walter Steînmeîer ji bo Serokkomariyê hatibû hilbijartin. Steînmeîer niha ji bo Merkel hêviya herî girîng e.

Piştî ku danûstandinên li ser koalîsyona Jamaîka bê encam ma, Steînmeîer ragihand ku ew li dijî pêkhatina hilbijartina pêşwext e. Steînmeîer ji roja Duşemê û vir ve bi lîderên partiyan re hevdîtin kir û ji wan xwest ku alternatîfa koalîsyonê ji nû ve binirxînin. Steînmeîer roja Duşemê bi Angela Merkel re rûnişt, roja Sêşemê bi partiya Keskan û duh jî bi lîderê FDP'ê re rûnişt.

Tê gotin, Steînmeîer ku 'Koalîsyona mezin' a ji CDU/CSU û SPD weke alternatîfa herî girîng dibîne, şensê xwe nîne ku bi têkiliyên şensî yên bi Schûlz re wî îqna bike. Tê zanîn, Steînmeîer û Schûlz di nava SPD de rêbaz û polîtîkayên dûrî hev diparastin.

BEŞEK DI NAVA SPD'Ê KOALÎSYONÊ DIXWAZE

Her wiha tê zanîn ku beşek di nava SPD de ji bo îqnakirina Schûlz di nava hewldanan de ye.

Tê gotin, bastê rastgir ê li nava SPD'ê dixwaze koalîsyona bi Merkel re bidome û gelek alîkarên serokê partiyê jî destekê didin vê nêrînê.