Ji bo Joe Biden xwe vekişîne zext giran dibe.

Ji bo Serokê DYE'yê Joe Biden li şûna xwe namzetekî ji hilbijartina serokatiyê re diyar bike, zext giran dibe.

Yek ji senatorên sereke yên Partiya Demokrat bang kir ku vê yekê nîşan da, piştgiriya ji bo Biden kêm dibe.

Senatorê Vermontê Peter Welch di nivîsa xwe ya li rojnameya Washington Postê de ji bo Serokê DYE'yê got "Ji bo başiya welêt" xwe ji pêşbirka Qesra Spî "vekişîne." Welche kesê yekemîn e ku ev bang yekser kir.

Heman rojê Senatorê Coloradoyê Michael Bennet jî diyar kir ku eger Joe Biden di pêşbirkê de bimîne wê winda bike, di heman demê de di hilbijartinên qanûndanînê de jî wê parlamenterên Demokrat bi xwe re bide windakirin.

NAMZETÊ NÛ YÊ LI SER DIFIKIRIN

Malpera Axiosê ragihand ku lîderê Senatoyê Chuck Schumer amade ye namzetiyeke nû binirxîne.

Li Meclîsa Nûneran herî kêm 8 endamên Demokrat bi rengekî eşkere bang li Serokê DYE'yê kir ku xwe ji pêşbirka hilbijartinê vekişîne.

Her wiha derhênerê navbera George Clooney jî li New York Times re nivîsî û got, "Ez ji Joe Biden hez dikim. Lê belê pêwîstiya me bi namzetekî din heye."

Lê belê Serokê DYE'yê di wê baweriyê de ye ku biryara xwe ji zûdeyî daye. Joe Biden nameyek roja Duşemê ji endamên partiya xwe re şand û got, "Teqez bi biryar e ku di pêşbirkê de bimîne."