Ji bo avakirina ji nû ve ya Iraqê 88.2 milyar dolar hewce ye

Wezîrê Plansaziyê yê Iraqê, piştî şerê sê salan ê li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku ji bo welat ji nû ve were avakirin 88.2 milyar dolar hewce ye.

Wezîrê Plansaziyê Salman El Cumeylî li Kuveytê di konferansa li ser avakirina ji nû ve ya Iraqê de axivî. Wezîrê plansaziyê got , “Li gorî xebatên pisporên Iraqê û yên navneteweyî ji bo ku Iraq ji nû ve were avakirin, pêwistiya me bi 88.2 milyar dolaran heye.”

Musteşarê Wezareta Plansaziyê Kuzey Abdulfetah diyar kir ku 22 milyar dolar bi lezgînî hewce ye û yên din jî piştre hewce ye.

Konferansa li Kuveytê wê sê rojan bidome. Bi sedan siyasetmedar, rêxistinên saziyên sîvîl û nûnerên sektora taybet ji bo avakirina ji nû ve ya Iraqê kom bûn.

Iraq ji salên 1980’î û vir ve di şer de ye û di sala 1990’an de piştî dagirkirina Kuveytê ambargo li ser wê hatibû kirin. Iraqê du meh berê diyar kiribû ku şerê wan ên li dijî DAÎŞ’ê bi dawî bûye. Ji sala 2014’an û vir ve li dijî DAÎŞ’ê şer dihat kirin.