Ji ber teqîna volkana Fuego herî kêm 69 kes mirin

Hejmara mirovên ji ber teqîna volkana Fuego jiyana xwe ji dest dan bû 69 kes. Tê gotin, lavên volkanê zerar daye 1.8 milyon kesî.

Volkana Fuego (Agir) bi 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê paytexta Gûatemala ye. Volkana ku 3763 metre bilind e, roja Yekşemê teqiya. Ji ber teqîna volkan, 4.500 kesên li gundên li quntara çiyê ji herêmê hatin derxistin. Lav û xweliya piştî teqînê ji devê volkan fûriyan, li qadeke berfireh belav bûn.

Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku heta niha 69 kes mirine û nasnameya 17 ji wan zelal bûye. Tê gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe. Gelek kes hîn jî winda ne.

Volkana Fuego Çileya 2018'an jî teqiya bû. Berê jî, di Îlona 2012'an de teqiya bû û 10 hezar kesên li aliyê başûr ê çiyê ji gundan hatibûn derxistin. Li Gûatemalaya du volkanên din ên aktîf hene. Yek ji van Santiaguito yê li aliyê rojava ye, yê din jî Pacaye ku bi 20 kîlometreyan li başûrê paytext e.