Ji ber teqîna obusa li qurseke ya Quranê 9 zarok mirin

Li parêzgeha Tahar a dikeve bakurê Efanistanê ji ber teqîna obusekî berê li dibistaneke ya qursa Quranê hatibûn bicihkirin, 9 zarok mirin.

Berdevkê polîsên parêzgeha Tahar Halîs Asir diyar kir ku teqîn ji ber obusekî berê li nava medreseyê hatibû bicihkirin pêk hatiye. Li gorî rayedar 9 zarok mirine, 5 jî birîndar bûne.

Berdevkê polîsan ê ji AFP’ê re axivî, diyar kir ku li ser bê ka çawa hatiye danîna nava havahiyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bi vê êrîşê re di nava meha Hezîranê de ev bû êrîşa sêyemîn a li dijî saziyên olî ya li Efganistanê.

Welatê ku ev 40 sal e şer lê dom dike, cihên olî bi domdarî dibin hedef.

Di êrîşa meha Cotmeha 2019’an a li parêzgehya Nangarhav a li dijî mizgeftekê hate kirin, 62 kes miribûn, 30 jî birîndar bûbûn.

Di êrîşa17’ê Hezîranê ya  li dijî 2 nuqteyên kontrolê ya dikeve bakurê welat a Talîbanan lidar xistin de 18 endamên hêzên ewlekariyê miribûn.