Ji ber protestoyan li Îranê kesekî din jî hate darvekirin

Ji ber tevgera gel a ku ji 16’ê Îlonê û vir ve li Îranê didome, kesekî din jî hate darvekirin.

Li gorî malpera Mizan online ya ku ser bi dezgeha edlî ya Îranê ye, roja Duşemê kesekî din ê têkildarî çalakiyan hate darvekirin.

Malperê diyar kir ku Macidreza Rehneward ji ber ku du karmendên ewlekariyê bi kêrê kuştiye û çar jî birîndar kiriye, hatiye darvekirin. Rahnavard di 17’ê Cotmehê de hatibû girtin.

Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevgereke gel a mezin didome.

Hefteya borî roja Pêncşemê Mohsen Şekarî yê 23 salî bi hinceta ku endamekî Besîc birîndar kiriye, hatibû darvekirin.

Çalakiyên protestoyê di roja 88’an de didome. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) heta niha 63 zarok, 29 jin herî kêm 458 kes hatine qetilkirin. Herî kêm li 10 kesan jî cezayê darvekirinê hatiye birîn.