Ji ber mercên xirab ê hewayê 80 hezar kes hatin veguhestin

Li başûr û rojhilatê Çînê ji ber barana zêde ya sed salên dawî mal hilweşiyan, ziyan gihiştin zeviyên çandiniyê û nêzî 80 hezar kes hatin veguhestin.

Herêmên herî zêde yên rojhilat û başûrê welat ji baranê bandor bûne, li gorî salên borî ji sedî 51 zêdetir baran bariye. Hate ragihandin barana herî dijwar a piştî sala 1961’an e.

Li gorî dîmenên li ser televîzyonên civakî hatin weşandin, tê dîtin ku jêrzemînên malan û kolan di bin avê de mane. Ji ber bilindbûna rêjeya avê, pireke ya li parêzgeha Hûnan maye di bin avê de, seferên trenê yên di navbera Pekîn û Gûangzhû jî rawestiyane.

Televîzyonên dewletê ragihandin ku wê baran bibar e, Çemê Yangtze ê çemê herî dirêj ê Aksayê ye, li bendêye ku ber bi roja Yekşemê ve zenga asta wê derbas bike ye.

Li Çînê her diçe rewşa avhewayê dişide. Germbûna hewayê li hinek cihan di asta rekorê de ye. 3’yê Tîrmehê servîsên meterolojiyê ya Çînê barana li başûr di nav îna 10 salên dawî de ji sedî 30-70’ê wê hê zêdetir bibin, hişyarî kiribû.