Ji ber mayinan her roj 20 kes dimirin

Li gorî GICHD'ê rojane 20 kes ji ber mayinên antî-personel dimirin. Hê jî li zêdeyî 60 welatan gelek herêm mayinkirî ne.

Geneva Internatinal Centre for Humanitarian Demining (GICHD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser pirsgirêka mayinan a li cîhanê ku roj bi roj mezin dibe.

Rêxistinê ragihand ku ligel Peymana Ottawayê ya li ser bikaranîn, stokkirin, hilberandin, qedexekirina transfera wan û îmhakirina mayinan jî, hê li zêdeyî 60 welatan gelek herêm mayinkirî ne û ev mayin rê li ber mirina mirovan vedikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, tevî ku 20 sal di ser îmzekirina Peymana Ottawa re derbas bûne hê jî pirsgirêka mayinan nehatiye çareserkirin û hat gotin, "Mayinên antî-personel li gorî salên bihurî hê bêhtir mirovan dikujin û seqet dihêlin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara mirina mirovan ji ber mayinan, bi şerê Sûriye, Iraq û Yemenê re zêde bûye û hat gotin, "Îro rojane 20 mirov ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest didin. 40 ji sedî yê van mirovên jiyana xwe ji dest didin zarok in. 80 ji sedî jî sivîl in. Li cîhanê, zêdeyî 60 welat bi mayinên antî-personel tên gemarîkirin."

'DAIŞ LI CIHÊ TÊK DIÇE, MAYINAN BI CIH DIKE'

Rêxistinê diyar kir ku niha li gelek welatên Rojhilata Navîn gelek herêm mayinkirî ne û destnîşan kir ku DAIŞ li cihê têk diçe bi zanebûn mayinan bi cih dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mînak; gelek cihên Reqayê ku meha Cotmehê hate rizgarkirin, mayinkirî ne. Ji ber ku ev herêmên mayinkirî dibin asteng li pêşiya liv û tevgera mirovan, sivîl nikarin vegerin bajêr. Her wiha li pêşiya gihîştina alîkariya însanî jî dibin asteng. Ev hemû sedem rê li ber mezinbûna pêla penaberiyê vedikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşakirin ku li gorî Peymana Ottawayê divê li dijî mayinên antî-personel têkoşîn bê dayin û ji bo pêşangeha 27'ê Mijdarê-3'ê Kanûnê li Cenevre Plainpalais û 4-11'ê Kanûnê li la Place de Nations bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

Peymana Ottawa çi ye?

Li dijî pirsgirêka mayinan a li cîhanê mezin dibe, peymaneke navneteweyî ye. Li gorî vê peymnaê, bikaranîna mayinên antî personel, civandina wan, hilberîn û transferkirina wan qedexe ye.

Peymana Ottawa di 18'ê Îlona 1997'an de li Osloyê hate qebûlkirin û piştî ku 3-4'ê Kanûna 1997'an li Ottawayê pêşkêşî îmzekirinê hate kirin, di 5'ê Kanûna 1997'an de Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî peyman xiste meriyetê.