Ji ber lêhiya li Vietnamê bi kêmanî 18 kes mirin

Ji ber lêhiya li navenda Vîetnamê pêk hat de bi kêmanî 18 kes mirin, nêzî 46 hezar kes jî hatin veguhestin.

Rayedarên Vîetnamî diyar kir ku ji ber bilindbûna avê û lêhiyê bi hezaran mal man di bin avê de.

Li gorî bîlançoya ragihandin jî bi kêmanî 18 kes mirin, 12 kes winda ne, 46 hezar kes jî hatin veguhestin.

Çapemeniya dewletê dîmenên gundên li eyaleta Qûang Trî û Qûang Nam ên bi temamî mane di bin avê de parve kir.

Li gorî rayedarên Desteya Rêveberiya Karesatê nêzî 100 hezar avahî di bin avê de mena.e

Her wiha welat amadekariyên xwe li hember bahoza ku ji Behra Çînê ya dikeve başûrê welat ve bê dike, li bendê ye ku baranek xurt bibare.