Ji ber ku di êrîşê de gelek leşkerên Rûs hatin kuştin, nîqaş zêdetir dibin

Rûsyayê diyar kir ku di êrîşeke Ukraynayê de 63 leşkerên wan hatine kuştin. Rayedarên Ukraynayê qala 400 miriyan dike. Tê diyarkirin piştî êrîşê li Rûsyayê nîqaşên navxweyî hatiye destpêkirin.

Serokatiya Artêşa Giştî ya Ukraynayê diyar kir şeva sersalê li bajarê Makîyîvka ya herêma Donetskê wan li dijî leşkerên Rûsyayê êrîşek kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku mirina leşkeran kêm caran eşkere dike, diyar kir ku bi çar fuzeyan êrîş hatine kirin û 63 leşkerên Rûsyayê mirine.

Li gorî Wezareta Parastinê fuze ji pergala HIMARS’ê hatine avêtin. DYE ev pergal dabû Ukraynayê.

Departmana Ragihandina Stratejîk a Hêzên Çekdar a Ukraynayê diyar kir 400 leşkerên Rûs di vê êrîşê de mirine.

Piştî mirina leşkerên Rûsyayê agahî tên ku di nav fermandarên Rûsyayê de nîqaşan dest pê kirine.

Nûçegihanên şer ên Rûsyayê diyar dikin di êrîşa li dijî avahiyeke Makîyîvkayê bi sedan kes mirine û fermandarên leşkerî yên payebilind ji tecrubeyêbn berê tiştek fêm nekirine.

Alîkarê Serokê Meclîsa Zagonsaz a bajarê Moskovayê Andrey Medvedev jî got “10 meh in êrîş hene. Heke mirov dijmin wekî ehmeqan bibîne, ev xetere ye û sûc e.”